 |
Mala Rojnamevanan
Em kîne?
Mala Rojnamevanan (MR) ji bo rojnamevanên ku neçarin welatê xwe biterikînin, ji bo karibin bixebitin mîna sîwan, odeyek û cihekî ku karibin xabatên xwe lê bimeşînin e.
Ji rojnamevanên ku me hewandine, yek bi tenê jî nexwestiye welatê xwe biterîkîne.
Tiştên ku mirov pêktînin; hezkirin, zarok, xizim, mirovên nêz, xanî û erd e. Penaber yê ku neçar maye her tiştî li pey xwe bihêle. Ji bo kesên nêzî xwe ditirse. Tiştê ku dihêle rojnamevan bibe rojnamevan, organeke çapameniyê ye, dibê mafê peyvê, lêkolîn û reportaj in. Agahî dayina welatiyan; ji bo fêrbûn û têgihiştina rojevê dayina derfetê ye. Rojnamevanê penaber dema xwe disipêre welatekî, bi rengekî bêhempa xwe nepêwist dibîne.
Li Mala Rojnamevanan, kesên mîna xwe yên ku ji sirgûnê pêde ti derfeta wan nemaye, jin û mêrên mîna xwe dikarin bibînin; rojnamevanên mîna xwe ku dipîrsin ka ji bo welatê xwe çawa dikarin faydê bidin bibînin; pênaberên mîna xwe ku nizanin sibê wê çi bibe bibînin.
Kîjan mal û karî bibînin? Çawa dikare malbata xwe bîne? Wê çawa vê pîşeyê ku her tiştê xwe di oxira wî de da wê çawa bidomînin?
Ji bo rojnamevanên ku ji Kubayê, Birmaniya, Cote d’İvoire û Bielorussie, Haiti û Camerun hatine, derbaskirina jiyana 6 mehan a bi hempîşeyên xwe re, ji bo hîmbêzkirina jiyanên nû wê bibe dema navberê. Mala Rojnamevanan salê 30 Rojnamevanî diparêze. Bi destekê Fona ji bo Penaber û Medyayê ya Ewrûpayê, ji bo her rojnamevanekî penaber odeyek û bilêtê xwarinê dide û di weşanên MR bi navê, “NERÎNA PENABER” derfetê dide ku bi dildarî karê xwe yê rojnamegerî bidomînin.

|
 |
 |
 |
 |
Contact
Maison des journalistes
35, rue Cauchy
75015 PARIS
Métro : Lourmel (ligne 8)
RER : Javel (ligne C)
Autobus : n°42, 70 ou 88
tel / fax : 00 33 140 60 04 02
|
 |
 |
|